På legimus.se använder vi kakor (cookies) för att webbplatsen ska fungera på ett bra sätt för dig. Läs mer om kakor
Jag Accepterar
  1. Använda legimus.se
  2. Appen Legimus
  3. Läsa
  4. Våra medier
  5. Vanliga frågor
  6. Lästips
  7. För bibliotek
  8. Student
  9. Barn och unga
  10. Lättläst
  11. Andra språk
    1. Arabiska / اللغة العربية
    2. Bosanski/hrvatski/srpski
    3. Engelska/English
    4. Finska / Suomi
    5. Franska / Français
    6. Japanska/日本語訳
    7. Jiddisch / אידיש
    8. Kinesiska (förenklade tecken)/中文(简体)
    9. Kinesiska (traditionella tecken)/中文(繁體)
    10. Lulesamiska / Julevsámegiella
    11. Nordkurdiska / Kurmancî
    12. Nordsamiska / Davvisámegiella
    13. Persiska / فارسی
    14. Polska / Polski
    15. Romani / Romane
    16. Ryska / Русский
    17. Spanska / Español
    18. Sydsamiska / Åarjelsaemien
    19. Tornedalsfinska / Meänkieli
    20. Turkiska / Türkçe
    21. Tyska / Deutsch
  12. Om webbplatsen
  13. Mina sidor
Sökfilter
Start för innehåll

Nordkurdiska / Kurmancî

Li MTM em pirtûkan çapdikin û herweha bi deyn didin kesên ku zehmetiya xwendina wan heye.

Nivîsa bi kurmancî

Li MTM’ê, em ji bo wan kesên ku li warê xwandinê bi asteng in, hem pirtûkan diafirînin û hem jî pirtûkan bi deyn didin Ji peyva astengbûna li warê xwandinê, mebesta me ev e, ku divê mirov, pirtûkeke çapkirî wisa adapte bike û wisa li hev bîne, ku ew kesê astengbûyî bi awayekî bikaribe vê pirtûkê bixwîne. Astengbûna li warê xwandinê bo nimûe dikare tiştên wisa be:


• Çavxirabûn
• Malûlî
• Hişpaşdemayin
• Dijwarî li warê xwandin û nivîsînê
• Autîzm
• ADHD
• Nexweşiya xirifînê

Gava zimanê te yê zikmakî, zimanekî din yê ji bilî swêdî be, hingê ev wek dijwariyeka li warê xwandinê nayê jimartin. Lê belê gava, te ji ber dijwariyeka li warê xwandinê, astengî li xwandina zimanê te yê zikmakî jî hebe, hingê tu dikarî pirtûkên hem bi swêdî û hem jî bi zimanên din deyn bikî.

Pirtûkên dengî çi ne?

Pirtûkên dengî li gor Qanûna mafê telîfê têne derxistin. Ev cûre pirtûk, bi taybetî ji bo wan kesên, ku li warê xwandinê xwedî astengiyekê ne, hatine amadekirin. Li nav hin pirtûkên me, hem deng heye hem jî nivîs. Gava mirov guhdarî li van pirtûkan dike, li heman demê jî mirov dikare li nivîs û wêneyên wan binere.

Deynkirina pirtûkan

Hemû pirtûkxaneyên swêdî, pirtûk bi deyn didin. Tu dikarî pirtûk li ser CD, USB, yan jî karta SD deyn bigirî. Ji bo vê çi rapor û destûr navê. Her tenê bêje ku te divê tu pirtûkeke dengî deyn bikî. Her dem bêpere ye. Ji personelê bipirse, ew ê ji bo vê yekê bi alîkariya te rabin.

Daxistina pirtûkan ji ser Înternet’ê

Tu dikarî ji kataloga me ya bi navê Legimus yekser pirtûkan daxînî. Pirtûkxaneya li herêma te, hem bikarhêner û parolayek dide te û hem jî, nîşanî te dide, ku tu wê çawa vî karî cîbicî bikî. Ji bîr meke ku ji bo daxistina pirtûkê, te hejimara kesîn a swêdî ya rojbûna te (personnummer) pêwîst e. Heger te hejimara kesîn tunebe, hingê tu dikarî pirtûkên li ser CD yan jî USB deyn bikî.

Xwandina pirtûkan

Tu dikarî bi gelek awayan pirtûkan bixwînî: li ser teyibekê, ku pirtûkên dengî lêdixe, li ser komputerê, li ser mobîl û li ser tabletê.
Ji bo tu bikaribî pirtûkên dengî li ser mobîlê yan tabletê bixwînî, apa me ya bi navê Legimus bi kar bîne. Ew jî bêpere ye. Bi alîkariya wê kontoya ku pirtûkxane daye te, tu dikarî herî nav apa me. Ji bo tu bikaribî pirtûkan li ser apa me bixwînî, divê hejimara te ya kesîn a swêdî hebe.
Heger te hejimara kesîn a swêdî nînbe, hingê tu dikarî pirtûk ji kitêbxanê deyn bikî, tu dikarî faylan biguhezî ser mobîlê û wan li ser apeke din yan li medyayên din ên dîjîtal bixwînî.

Pirtûkên alfabeya nivîsa xalxalî

Em her wisa pirtûkên bi alfabeya xalxalî yên bi gelek zimanan bi deyn didin. Di gel me pêwendî bike, da ku tu bikaribî pirtûkên ku bi alfabeya nivîsa xalxalî hatine nivîsînê, deyn werbigirî.

Çi pirtûkên bo deynwergirtinê hene?

Li ser malpera Legimus’ê tu dikarî bibînî kîjan pirtûkên ji bo deynkirinê peyda dibin. Li ser vê malperê her wisa pirtûkên li formatên cihêreng dikarî bibînî. Em dikarin her wisa bi alîkariya te rabin da ku tu bikaribî pirtûkan ji derveyî welat jî bi deyn werbigirî.


Texten som PDFFilikon för  Texten på Kurmanji som PDF

 

Telefontider idag

Svarstjänsten

09:00-12:00, 13:00-15:00Tel 08-580 02 710

Punktskrifts- och prenumerationsservice

Senast ändrad: 2016-11-15 | Legimus